the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Çima Nayê

Çavê te yê reş û belek naçin bîra min Xewê şeva min herimîn bela serê min Ka bêje tuyê kengê werî roniya çavê min Ka bêje tuyê kengê werî nava dilê min Tu çima nayê, tu çima nayê Heyrana bejn û balê, tu çima nayê.. Tu digerim te nabînim jana dilê min Kê çi gotiye kuda çûyî nayê li ba min Ez aşiqê dilê te me tu sebeba min Ez nexweşê destê te me tu sebeba min Tu çima nayê, tu çima nayê Heyrana bejn û balê, tu çima nayê..

Bêjebêje © 2015-2024