the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Dilêm Loy Loy

Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Delalo wezê hatim lo tu ne li malî Rondika çavê minê wezê hatim lo tu ne li malî Tu biçûkî lo bi histîxwar î Wez xarzî me tu kurxal î Delalê dilê'm tim têm tu ne li mal î Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Wele min go xwezila tu malxêwiya bî ez bermalî Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Delalê dilê mino tu nebûhatayî li der da Rondika çavê mino min go tu nebûhatayî li der da Wezê hûrik hûrik rabûyam li ber da Minê delalê dilê xwe ra têr xeberda Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Wele min go xwezila tu malxêwiya bî ez bermalî Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Delalê dilê mino wezê şêrîn şêrîn têm lo tu ne li malî Rondika çavê minê wezê şêrîn şêrîn têm lo tu ne li malî Wezê rabim delalê dilê xwe ra dayînim cîh û balgî, berpalî Delaliya dilê'm nexweş e, hûrik dinalî Dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo Wele min go xwezila tu malxêwiya bî ez bermalî Ax dilê'm loy loy loy., Dilê'm suwaro dilo

Bêjebêje © 2015-2024