the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Ey Dîlberê

Li baxê min bû zivistan Way dîlberê li gulîstan Çilmisî gul bax û bostan Wêran ez im malêm xirab Ey dîlberê, tu menale Feqîyê Teyran êdî kal e Nexweşekî, pir bêhal e Suphan ji navê te re tenê Xalek ji xala gerdenê Te ez dîn kirim berdam dinê Wêran ez im malim xerab Ey dîlberê, tu menale Feqîyê Teyran êdî kal e Nexweşekî, pir bêhal e Lê kalekî pir delal e Hey dîlberê de tu zanî Kulîlk vebûn li çiya banî Bilbil pirs kir: Feqî kanî? Wêran ez im malim xerab Ey dîlberê, tu menale Feqîyê Teyran êdî kal e Nexweşekî, pir bêhal e Gotin: Feqiyê Teyran Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024