the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Ez Xortê Kurd im

Ez xortê kurd im, pir bi nav û deng Wan min hilgirtî bombe û tiving Ezê herim şer, ezê herim ceng Ger bême kuştin dayê tu negîrî Ger venegerim, anê tu negîrî Ez xortê kurd im, pir bi nav û deng Wan min hilgirtî bombe û tiving Li vir heya çiyê nav û dengê min Dinya hemû dit şan û rengê min Tu temaşeke şer û cengê min Ger şehid bibim anê tu negîrî Ger nezvirim, dayîka'm tu negîrî Te ez xweyî dikirim Bi şîr mêjandim Hêsîrên çavan bo min rijandin Dilê xwe te tew bo min şewitandin Ger bêmekuştin dayê tu negîrî Ger venegerim, anê tu negîrî

Bêjebêje © 2015-2024