the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Roj Naçe

Welat berdam hatime vira Bûm hêsîre van neyara Ez aşiqê te bûm xayîn Te ez hîştime li van dera Ez aşiqê te bûm bêbext Te ez hîştime li van dera Neçe neçe gulê neçe Li van dera roj min naçe Neçe neçe xayîn neçe Li van dera roj min naçe Bextê min û teyê reş e Ev agirê gula geş e Bextê min û teyê reş e Ev jiyana qet ne xweş e Girtî mame li vî warê Ji bo bejna te delalê Ez aşiqê te bûm xayîn Te ez hîştim li vê derê Ez aşiqê te bûm bêbext Te ez hîştim li vê derê Neçe neçe gulê neçe Li van dera roj min naçe Neçe neçe xayîn neçe Li van dera roj min naçe Bextê min û teyê reş e Ev agirê gula geş e Bextê min û teyê reş e Ev jiyana qet ne xweş e

Bêjebêje © 2015-2024