Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahê Bedo

Wele Nastînim

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Wele nastînim, bile nastînim Wele nastînim, Zeman xirab e Wele nastînim, begê Xulpê yo Bile nastînim, begê Xulpê yo Sed û sê sîwar kiriye zewtê yo Kekê’m zava ye sîwarê hespê yo Sed û sê sîwar kiriye zewtê yo Kekê’m zava ye sîwarê hespê yo Wele nastînim, bîle nastînim Wele nastînim, begê Hazroyê Sed û sî sîwar derketin ji royê Kekê’m zava ye birine serşoyê Sed û sî sîwar derketin ji royê Birakê’m zava ye birine serşoyê Wele nastînim, begê Farqînê Bile nastînim, begê Farqînê Sed û sê sîwar kiriye tirênê Kekê’m zava ye, sîwarê mihînê Sed û sê sîwar kiriye tirênê Birakê’m zava ye, sîwarê mihînê Wele nastînim, bile nastînim Wele nastînim, Zeman xirab e

Bêjebêje © 2015-2026