Şahê Bedo
Zerya
Tu dibînî tu dibînî zerya Halem tu dibînî
Şev û roja ez dinalim, tu nebêje lawik dînî
Şev û roja ez dinalim, nebêje Şahe Bedo dînî
Ezê barkim ezê barkim ez li vî welatê barkim
Ezê barkim ezê barkim ez mala xwe li vir barkim
Agir berdim warê romê ji bonate tarûmarkim
Tu dibînî tu dibînî zerya Halem tu dibînî
Şev û roja ez dinalim, tu nebêje lawik dînî
Şev û roja ez dinalim, nebêje Şahe Bedo dînî
Ez çi bikim ji dest neyar, ev qederame reşe yar
Destê min destê te girtin, ez mam xeribiyê bêwar