the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şahram Rustemî

Firmêskî Masî

Hîç kesê firmêskî masî nedîwe Hîç kesê xemî dilî nebîstuwe Hîç kesê napirsê le kotirî esîr Çende tasey asmanî kirduwe? Hîç kesê napirsê le darî tînû Çî be ser nim nimî baran hatuwe? Hîç kesê napirsê le kitêbî şê’ir Le ser çî şa’îrekanit win buwe? Min şê’irêkî xerîbim, darî tînûm Dezanim şwên baran û şa’îrekan Dill wekû masî, wekû kotir e Bê oqre bo deryakan, bo asman Hîwa babahaciyanî

Bêjebêje © 2015-2024