Şahram Rustemî
Şewe Dêre Direng e
Şewe dêre direng e
Mangeşewî bêdeng e
Emşew belam danîşe giyan e
Mîwanî şî’rî min be
Şî’rm weku çawî to
Germ û pak û pirr umêd
Şî’rm weku kotirê
Her daym bo lay to dê
Destim le nêw egrîceta
Ba rêbwarî zulfî to bê
Serit leser sînekey min
Herdû dillman ba yekê bê
To mîwanî şî’rî min
Min mîwanî çawî to
Pêm xoşe emşew wêll bim
Le nêw şarî çawî to