the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şakiro

Dewran e

Dewrane...dewrane...dewrane.. Gulê dêrane Lê lê sebrê sibeye gelo vê sivingê bejna zirav mal derket dimilmilî Berxê sibe bu min dît serê şûştî porê şilî Ber bi kanîya binîya mala Ereb Axa berjêr meş meş dikir dimilmilî Hewar Xwedê tu sêr bike vê sivingê malxirabê minê destê xwe dabu desta,tilî û pêçîyê xwe avêtî ax dêmî gulî Sebrê dînê minê destê xwe dabu desta pêçîyê xwe avêtî ax nava dêmî gulî Ramûsanekî li dev û lêvê şekirî cenabê ehmedî û derzê hakimî lê kerem kim hun ji bo Xwedê şahidin heft salê min temam di dêrêşê gundan da dertlî û belalî bu Ezê dihatim li ser kêf û taqeta temla xortanî,emrê çarde salî bê gidîno kêf û taqet ax diewilî Dewrane...dewrane...dewrane.. Gelî gundî û cinarno sibeye bejna zirav sekinî derê malê gelo xwe dabu nîva derî Go lawiko dîno bi te kim tu wî Rebî dihebînî qasekî kumêtê kapreş sîwar bibe derê mala bavê min derbas bibî lo min bihêrî Min got keçê kul malê min te nepirsîye tu ezebî yan bi mêrî Go delalîyo bîhistina min bîhistîye tu şêx û mela digerî Qedera ku Xweda li jor neke li jêrê bi kaxizê,şêx û mela nabî serî Dewrane...dewrane...dewrane.. Di go keçê kul malê tu sêr bike lo mino vê demê gidîno lo vê dewranê Ez nizanim îro ji êvarda te çav û birîyê reş û bellek kîjan xortê xelqêra lo tev kildanê Zalim dînê te şê û şe biskê bi şê daye demê vê duzanê Kofîya şeng ji gavê din kî ra Xwedê Rebîyo tu zanekirî lo da girêdanê

Bêjebêje © 2015-2024