the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şakiro

Emro

Emrooo Emro sibe ye ,qîz û bûkê gundê me meşyane avê Delêêê… Bejnzirava ,çepildirêja ,porkeja ,navqendîla xwe dane pêşyê Kinan û miskînan û dê kotya xwe dane dawyê Qemera min e bi nîşanî dixemilî ser xatirê dilê rezîl xwe dabû navê Gelî gundî û cînarno gilî û gazinc û loma ji mi nekin Mi sond xwarî tu cara di ser kewa xwe ya kubar ra li tu qîz û bûkê xelkê nakim merhebatyê tu silavê Gidîno ,kubara mina nazik û nazenîn Fenanî başokekê ji golî xêmo rabe Etegê sînê bi sînegê ,pelê xwe diweşîne ji berfê ji qeravyê ji xwunavê Ema dê ecemê lê… Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be , ezê ji bona te mirî me Ax zalimê nizanim tu çawanî Emrooo Emro sibe ye vê sibeyê ezê çûme Heleba şewitî Ciyê gewran û rindan dîkê şevê nîvê di şevê li mi xulxuland De lêêêê Welatê xerîb û dûri jê dideral bû Ezê nexweşî bêhal ,nexweşî nava cî bûm Bêqewl û bêlêzimo , bêkes û bêxwedî bûm Serê mi li ser balgî û balîfê,çavê mi’l xewê bû Guhê mi’l guhdaryê bû , mi serê xwe ji xewa şîrîn bilin kir Mi dî cotepîrê melûmê kevza ber serê mi selî bû Berxê, yekî kefenê mi dibirî,yekî meqes hildabû difesiland Mirin emrê Xwedê ye ,ez dimirim Mi dî kubara min xwe dabû ber pencerê Bi qramê derema kilê siphanê dikira belekçava Bê dîlberê xwezla mi bizanibya Gavê dina tê ji kê re dineqişa wa dixemiland Ema dê ecemê lê hê lê hê Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be Ezê’j bona te mirî me ,ax zalimê nizanim hêê lo tu çawanî …

Bêjebêje © 2015-2024