the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şakiro

Ferzende Beg

Axao hey li min , li min li min Wê maqûlo hey li min ,li min li min Asyayê ,bi sê denga bang dikirî go ; de lê lê besrayê! Dayê rebenê! sibe ye şereka li me çêbû,qaleka li me qewimî li sura kabirîsana Li hewşa kafirê Emer Tûman weyla li mi’nemayê, tu sêr bike îro ji êvar de li ser kaniyê Ayyyyy Îrooo Ji êvara Xwedê da tê gurmîna tometîka vî zalimî nemînim ser tavê borî Ecem e ,bê şî mezheb e dîn û dişman e ,gule barûdê ser serê me de barî fenanî tavyê Va zalima dîn e û duşman e tu dêr bike ,malxirabo li me biriye,nade me da deqe û mohlet û sanî Besrayê bi sê denga bang dikirî go;Ferzende, mala te xira be te digo ez Ferzende me,ez Ferzende me Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordiyê de mêr ser mi re qe tune ne Go; Besrayê agirê kulê di qafiyê te ketê ,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî brîndar im Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e ne şerê dozde bavê eşîran e Hewşa kafirê Emer Tûmanê ecem e,bê şî mezheb e , bê dîn û bê îman e Li ser serê me hurmînê topan e ,giregirê tometîkan û makîneliyan e L i me biriye deqe û sanî,nade me de tu mohlet û tu eman e Gavê dina li qarişê şerîeta Mihemed sekinye,ji êvar da ji min re dixwîne meydan û ferman e Îro , ji êvara Xwedê de gelo vê sibengê,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e Heyfa min nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e Heyfa min tê li wê heyfê, ji êvara Xwedê da,li qarişî mi j’mi lave dike rutûb û nîşan û ulametên Hemîdiyê Lo Axao wele nabî bile nabî Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxasî bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê ,tu cara tu zemana jê venabî Cewabike ne’b xêrê hatiye,dibê îro sê roj e sê şev e Erz û eyanê mala Emer li kavilya Îranê ,li ser piştê mane gazî nabîne sitar tunîne lê peyabî Eskerem bin , eskerem bin Em berxê mala Emer bin qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin Kerem digote Evdal ,digo ;Em du peyayê Mistefa axa bi tayê bi tenê bin berxê mala Evdalê Mistê bin, bi maleke mînanî mala Emerê Gulîxwuran bi heval bin Sêr bike li me û li vê zulmê,çar taxayên qeceran û sêrbazan û papagelî Derê qonaxan li me bigrin ,va herdu malên Gulîxwuran bibêjin ,law tivingê destê xwe daynin teslîmê selingê destê me bin …ayyy Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin Sustema ji stuwê xwe da bînin,qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne Mirîd û canfîdayê mala şêx in begooo Bê Axao hey li min , li min ,li min Asyayê bi sê denga bang dikirî go;de lê lê lê Besrayê! Dayê rebenê sibeye, şereka li me çêbû Qaleka li me qewimî,li sûra kabirîsal e, li hewşa kafirê Emer Tûman dayê rebenê wa digere Mi dî teyrê ecelê ji êvar de li ser serê Silêmanê Ehmed komê Hesena ji êvar da tev digere Bawer bike qerebalix e yeqîn şer e Asyayê digote Besrayê;dadayê! dergûşa milê te lawîn e Tu bi destê Efrasiyab bigire ji navê derkev here Go; lê dayê rebenê, ji te ra ne eyb e,tu ji min ra dibêjî gotinê were Bira dergûşa milê min,li dora lingê eşîra mala Emer herdu peyayê mala Mistefa axa tev bigere Besrayê bi sê denga bang dikirî go ,Ferzende, mala te xirabî ,te digo ez Ferzende me ,ez Ferzende me Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im ,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordî mêr ser mi re qe tune ne Go; Besrayê ,agirê kulê di qafiyê te ketê Ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e,ne şerê dozde bavê eşîran e Hewşa kafirê Emer Tûman e ecem e bê şî mezhebe,bê dîn û bê îman e Li ser serê me hurmînê topan e,giregirê tometîkan û makîneliyan e Li me biriye deqe û sanî nade me da tu mohlet û tu eman e Gavê dina li qarişî şerîeta Mihemed sekiniye ,tu sêr bike ji mi re dixwîne meydan û ferman e Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e Heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e Heyfa mi tê li wê heyfê ,ji gavê dina dikim nakim ,tilya min a şerdê ji xwe ra li min nagere(Heyfa min tê li wê heyfê,îro ji êvara Xwedê da bi cotegulê tometîka vî kafirî birîndar im ,dikim nakim tiliya min a eşedê ji êvar de l imin nagere) Lo Axao ,Wele nabî bile nabî Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxas î,bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê tu cara,tu zemana jê venabî Cewabike nebxêrê hatiye,(Dibê) Îro sê roj û sê şev e Erz û eyalê mala Emer li kavilya Îranê,li ser piştê mane gazî nabîne, sitar tunîne lê peya bin Eskerem bin, Eskerem bin Em berxê mala Emer bin ,qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin Kerem digote Evdal,digo em du peyayê Misefa axa bi tayê bi tenê bin Berxê mala Evdalê Mistê bin,bi maleke mînanî Mala Emerê Gulîxwuran ra bi heval bin Sêr bike li me û li vê zulmê,çar texayên qeceran û sêrbazan û papagelî Derê qonaxan li me bigirin,ji va herdu malên Gulîxwuran ra bibêjin,laowo, Tivingê destê xwe daynin ,teslîmê selingê me bin …Ayyy Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin Sustema ji stuwê xwe da bînin Qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne Mirîd û Canfîdayê mala şêx in begooo

Bêjebêje © 2015-2024