the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şakiro

Kekê Xiyasedîn

Heyla lê weylê.. Weylê ... weylê ...ê .. Weylê ... weylê ... hoê . Le bira ... şewqa Kela Xenûsê Lê nexista li Bingolê ji xwe ra çiya bi çiya lo .. Bira nera yê .... ê bimbareka yê ....ê Qol Hesarê derê mala Efendî mizgefta li camiya lê yê .... ax û hay Bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singuliyan lo....hoê Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê di girtiyan Lema kelaka dînê islamê ji xwe ra walgeriya lo .. Xoce Ilyas xocê cimûretê rûniştî li kamilya enqerê li serê wan pêla yê .. Têl li ser têlê dida welatê serhedê li ba şêx Alî Riza Digo mala te xira bibe tu yê kilîta lêxe li derê hucran û camiyan û medreseyan yê .. Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn dersê mede van feqiyan Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nigaro û diwalê ecnebiyan yê .....ê yê ....... ê Le bira Tu gula şêxan î bira Biçûkê biran î bira Xûliyê di sewqan î bira Welatê xerîbiyê derdê pûç î bê dermanî bira Heya dinya xweş ava be keder û mereqa me hemiyan î bira Welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike Çima derdê pûç î bêderman î lo .. Heyla lê weylê .. Weylê ... weylê .. Weylê ... weylê .. Le bira yê .... şewqa Kela Xenûsê çiya li çiya nexînê .. Surra enqerê tê bi gumîne bîna bayê xêmûr pê dê , xeberê mi ra tînê lo .. Bi destê Kekê Xiyasedînê .........digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singû lêlê ... Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê dimefine lo .... Feleka malê xirab nema keleka dînî islamê wedigerîne .. Xoce Ilyas , xocê cimûretê rûniştî li enqera birengînê .. Têl li ser têlê ji Şêx Alî Rıza ra dişîne lo .. Dibê rabin kilîta li derê hucran û camiyan û medresan bixînin Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nîgaro û dîwalê ecnebiyan yê .. Hele rabê .... Em ê destê hevdû bigirin xwe berdin ber bajara Diyarbekir Li ser tirba Şêx Şemsedînê .. Belkî li ba Xwedê da ricaçî be efûyan wan mefûyan derîne Fezîle bûka sê mehan çavên wê li rê û tirban nemîne lê .. Le bira Tu gula şêxan î bira Biçûkê biran î bira Xûliyê di sewqan î bira Hêsir , dîl e destê misto kemal qanûna tersê giran î bira Welatê xerîbê derdekî pûç î bê derman î lolo bira Hele bala xwe bidê heya dînya xweş ava be keder û keser û meraqa me hemûyan î lo ....... Lê hoyoyoyoyo ....

Bêjebêje © 2015-2024