the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şakiro

Nêçîrvano

Lo lo Nêçîrvano, Sekvano bihare li vî berî ha li vî berî Avdalo gelo vê sibengê li vî berî ha li vî berî Sekvano, hey malmîrat tu çawa ji xwedê diwêrî Tu ji malê sar dibî Bozî Çaçanî Kapresî çavreş bêşlike Romê davêjî milê çepê Cotê tajîyê kemê resê xezalî davêjî merezê Gidî gelo tu sêhr bike li qarişi konê mala bavê min rebena xwedê dajo li vî henberî Sekvano Hey malmîrat tu nizanî vê sibengê ez Xezal im, Xezal a Egit im Gerdena min zer e, çepilyê min dirêj e, porê min kej e Nava min qendîl e, zenda min bazin e, tilya min bi gustîl e Sî û sê gulî ser namilya min bune çîte Tu dêna xwe bidê di dêrisê gundê me da bîst û çar eşîrin Hela bala xwe bidê îro çendê me tamam bû bê bextîya meke Vê sibengê ser milê xwe ê çepê bizvire ser ucan li gencê xelkê mêze ke Tu bala xwe bidyê şeva xatirê çav û biryê minê reşû belek Di dêrisê gundê me da ketine dawê, wê hê bist û çar serî De lo lo ê lo ê lo lo Nêçîrvano way ez nemînim gidyano lo Sekvano De lê lê lê lê Xezalê Ez bi heyran gelo sibe bû tu nizanî ez Şemo me hê hê hê ne Şemo me Hey malmîrat tu bala xwe bidê vê sibengê ez Şemo me Xwedanê heftsed mîyê serê di çîyê, danzdeh keêlê serê tewlê me Li malê sar dibim ji Bozî Çaçanî Kapresî çavreş Bêslîkî Romê davêjime milê çepê Ji jor da tajîyê kemê xezalî davejime merezê Berê xwe didime bêranê bilind nêçîra van Xezal a Tu bala xwe bidê di dêrisê gundan da tu sêhr bike Ji xênî muhuba dilê xwe ne bi aşiqê qîz û bûkê di xelkê me De ancax bi aşiqê rihma ha di Xwedê me De lê lê lê lê Xezalê wax ay Bejn ziravê, çepil dirêjê, por kejê Nav qendîlê, suret sorê, rû bi xalê Ezê li Birca Belek runiştîme Qasekî were li kêleka min runê, li yalî malê Lo lo Nêçîrvano lo lo lo lo.. Lo Sekwano bihare malê me danî zozanî jorîn ber beleka wê hê hê hê ber beleka Hey malmîrat te anîye serê pir û pir gelekan Bi malê dinyaliga derewîn bawer me be vê sibengê Tim û tim caran poşmanîye te yê têda hebe Tu bala xwe bidê vê sibengê ezê tu nifirê li te nakim Belkî hêvî gumana min heye ji Xaliqê Alemê rebê jorîn mîrê ji mîra, ji şêxê melekan Tu sêhr bikê vê sibengê malxirabo, tu bala xwe bidê belkî vê sibengê Tu qir bikî hefsed mîyê serê di çîyê, danzdeh keêlê serê tewlê Di darê biharê ra bi hasilê dewê heft çêlekan De lo lo lo loy Sekwano wêy axa Lawiko serê min bi heyran canê min bi qurbano

Bêjebêje © 2015-2024