the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Bavê Fexriya

Bavê Fexriya ew bihar e wextê cota Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Min serê xwe daniya li ser çokê Bavê Fexriya Min kul û derdê rezîl têr jê re bigota Bavê Fexriya ew bihar e Ji kula dilê min re xweş bihar e Min dî Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo Ji mal derket li Gêjo siwar e Gêjo di bin Bavê Fexriya de dîn û har e Derket Kavanê Qîre bi sê dengan kir hewar e Min nizanibû Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo Ji tilî û pêçiyên xwe birîndar e Ez ê rabim xwe bavêjim Tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî Li bextê te û Xwedê me Birînên Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Bikewîne bi eşq û dil e Ber û memikên min evdala Xwedê Ji birînên bavê Fexriya re bike piştderman e Bavê Fexriya, heyra li min hatî êvara înê Ez ê rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Deynim li koçka jorî li eywanê li şaneşînê Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî Bêjim, li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewîne Ber û memikê min evdala Xwedê Ji birînên bavê Fexriya re Bike melhema li ser birînê Bavê Fexriya, heyra bejna te zirav e Ji xoxa xemilandî Min rojê sê cara pê girtî ji eşqa dilê rezîl Bi ser xwe de daweşandî Rabe sala îsal bi destê min xemşê min karxezala Ji xwe re bigire birevîne Bavêje Xeta Sûrî nav erebên lêvdeqandî Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Bişêriyê Zozan xweş e li arzem îro li koçeriyê Çi qas zewaca bi dil xweş e Li mala bavê li ser hewiyê Bi destê min xemşê min karxezala Ji xwe re bigire birevîne Bibe li hêwiyê Bavê Fexriya heyra çem û çemê Bişêriyê Kelekvana kelekê xwe berdane dûv gemiyê Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Hikûmeta Cimûryetê fermana min jî rakira Ez ê çend saleka bi Bavê Fexriya re Bi mehkûmê serê çiyê Min ê pê re serê xwe daniya Li ser dara mîrata modoliyê Bavê Fexriya, heyra dora kaniyê dora min e Bila serê heft bavê min bixwe Zendê min tev bazin e Ez çi bikim cerê avê li milê min e Bavê Fexriya, kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Li binya kaniyê tî ye ji xwe re li hêviya min e Tirsa min heye ji wê tirsê Yekî derbekê lê xe bejn û bala Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Wê ew jî bibe cirmekî bikeve ser milê bavê min e Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Omeriya Binêre ji xwe re li Sûriyê li keriyê berx û miya Min dî şeva nîvê şevê destekî sar ê cemidî Li nava taxima sing û berê min geriya Min got, qê Bavê Fexriya bi xêr û silamet Ji Xeta Sûrî ji mehkûmiyê ji firariyê Li ser çavên min ve dageriya Min nizanibû ‘Keçika şevê’ bû bi min keniya

Bêjebêje © 2015-2024