the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Behcetê Dawûd

Fermo vê gavê jî hûn û kilama qewimînê: Naciyayê bi sê denga gazî dikir Dibê: Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê Wezê bi reben im wezê bi rebena mêra me Le wezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd Kuştiyê di xew de me dayê Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê rebenê serê min dêşî Çi qas dilê min di xemê de Kuştina Behcetê Dawûd axayê şekirî Le kêmahiya her heft bavê Elikan Heyfa her kesî lê tê Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Çaxê li Behcetê Dawûd li axayê şekirî Dibû pêsîrtengî Bila tê de derketa serê cotê kura Le weka şerê mîrek û çerkezan şer xweş bikirana li odê de Le belgî li ser cinazê bavêm Çend hebekî bikuştana di ber heyfê de Na wile ji ber û pismaman tê de derketa Serê Xelîlê Dawûd çi mîna ye mîna Gurê nav keriya ye Le mêran bikuşta şopê rast bikira Weka şopa ziya Le wezê bi reben im Wezê bi rebena mêra me Le wezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd Kuştiyê di xew de me dayê Le Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê rebenê sibe ye Serê min dêşî çi qas dengê bê tê Le seet li nehê şevê û pê de Li goyê me xweş tê Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa Ji bireka bavê min rebenê ji rexê Zêwikê tê Kuştina Behcetê Dawûd axayê Elikan Le kêmahiya her heft babê Elika ye Lawo heyfa her kesî lê tê Kesekî xwedanî xêra tunene Cewabekê bide Sêrtê Le bêje şefîq mala te xirab be Kuştine Behcetê Dawûd Axayê şekirî di xewê de Naciya dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê Serê min dêşî çi qas dilê min di xemê de Serê dilê min bi kul e bi derd e Weka mîla seetê çi qas lê de Seet li nehê şevê û pê de Li goyê min xweş tê Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa Ji bireka mala bavê min rebenê Ji rexê Zêwikê ve diteqiya Ezê bi reben im rebena mêra me Ezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd Kuştiyê di xewê de

Bêjebêje © 2015-2024