the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Bişarê Çeto

Çeto dibê: Bişaro lawo Bejna Bişarê Çeto, Bişarî Axê Kulîlka li nava kûnciya Hêşîn dike Li Gozelderê, li Marîbê, li ‘Eynqesrê Li Kêşa Xerzan, li Birinciyan Dema ko Bişarê Çeto Bişarî Axê Dibû mehkûmê serê çiya Gelekî dilê min Bi rehma Xwedê xweş bû Min digo qê wê bigîje eskerê Eliyê Ûnis Bibe Qewmê Çiya Min nizanibû ji axe û axelera Xwe girtiye Hesoyê Birahîm Axayê Bişêriya Roj li nîvro du heb cendirmê Romê Bi destî Bişarê Çeto, Bişarî Axê girtin Wî derxistin ji nava ciya û balgiya Destê wî xistine darê kelepçê Berê wî dane Hepisxana Belîsê Li qarşî Seraya Hikûmatê Destê xwe avêtine kosteka saeta Ji berîka te deranîn Ji gotinê ‘alemê lawo Destê xwe li hev didan Lawo ji xwe re bi te keniyan Bişar dibê: Çeto babo, Xwedê dihebînî Tu henekan bi min neke Belgî Xwedê û Rebê Alemê Tû car ya bêkeysî bi serê Tu kurê camêran ve neke Babo qê bîra te nayê Li bîra xwe bîne Roja destê bavê min Li darê kelemçê de bû Di pêşiya Mifirza Sêrtê de bû Ew roj min dest hilanî Min avête derênca Têlanê Pêşiya Mifirza Sêrtê Min başçawîşa dikûştî Li ser cendekê yûzbaşiyan danî Bi kotek û darê zorê Bi devê fidaiyê Min babê xwe ji pêşiya Mifirza Sêrtê deranî Kûm û kolozê babê min Di nava bêlûka Romê de mabû Min kûm û kolozê babê xwe Ji nava bêlûka Romê deranî û anî Babo qê bîra te nayê Roja şerê Kelemerana şewitî Min ecêb û sosreteka giran Bi serê Mihemedê Bişar ve tanî Min derbekî dabû li bejn û bala Xelîlê Mihemed, li babê Cemalê Li Teharê Zêrê li zavekî salê Min tovê xweşmêra ji mala Mihemedê Bişar danî Babo qê bîra te nayê Li bîra xwe bîne Mehîna Fetah Begê Mîrê Xerzan Li Mêrga Bizêziyê Min berê sûstemê danî ser mifta qeydê şikand û dingan de ji te re anî Babo Xwedê dihebînî Henekan bi min neke Te rihê min bi tan û niçan deranî Çeto dibê: Bişaro lawo Ez ê bi diyarî Girê Berana diketim Bi kizin e Tivinga li ser destê Bişarê Çeto Bişarî Axê Bi sê toq e bi sê bazin e Ez gelekî caran di odekê Kurê camêran de dirûniştim Ez bi te dipesinîm min digota: Bişarê Çeto kurê min e Ji tirsa du heb cendirmê Romê Te kulav li xwe kir Ji xwe re bûyî şivanê bizina Bişar dibê: Çeto Babo, Xwedê dihebînî Henekan bi min neke Tu here li Qesra ‘Eynqesrê rûne Tembiyekî li Gula bûka xwe ke Bila rojeka weka roja gorişmê Bila şar û xêliyê xwe li xwe ke Demançê li cêba xwe ke Roja gorişmê Li qarşî Seraya Hikûmetê Bila bîne demançê bi destê lawê te ke Bila wê rojê bitûnê axe û axeleran Bi topa ‘alema Belîsê ve Wê rojê were temaşa lawê xwe ke Ez ê wê rojê bi îzn û îrada Rebê xwe kim Ez ê destê nobetçiyan, midûran, qirdiyanan Temamî bi qeyd û bi lele kim Ez ê deriyê Hepisxana Belîsê Li topa girtî û mehkûman vekim Dilê min evdala Xwedê keto meto Min dît Gula Bişar şar û xêliyê xwe Li xwe kir ji mal derketo Berê xwe daye Hepisxana Belîsê Li qarşî Seraya Hikûmatê Roj li nîvro Demançe da destê Bişarê Çeto Sibe ye ez ê diyarî Hepsa Belîsê diketim li kaşa Tilî û pêçiyê Bişarê Çeto, Bişarî Axê Xalî nabe ji gustîla sê payî ji qaşa Hepsa Belîsê têr î tijî ye Xilas nabe Ji tirka, ji kurmanca, ji axe û axalera Ji teketûkê qizilbaşa Bişar di ‘eynî deqê de Gazî dikir li topa erqedaşa Temamî destê xwe li hev didan Digotin: Yaşa ji te re Bişar Axao, yaşa Ji wê rojê hetakî weka îro Yazmîş bûye li paytextê tirko Li Xopana Enqerê Li qapiyê Hepsa Belîsê qeyd bûye Li kitûkê Mistefa Kemal Paşa

Bêjebêje © 2015-2024