the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Emê Gozê (Sîsilê)

Bişarê Çeto gazî dike Dibê: Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer Lawo malê ticaran bidin werin rayê Eger hûn neyên rayê Ezê îro Qesra Baxemsê bidim bayê Aliyekî bikim sekla tewla canikê hespa ye Aliyekî ezê bikim kadîna kayê Ezê berê çilûx û çicûxê we bidime Bexdayê Emê Gozê, bi sê denga bang lê dike Dibê: Bişaro bi serê bavê te kim Heçî hûn Mala Faro ne, malekî malmezin in, parsûhişk in Xeber bi serê we de naçin Ezê îro malê ticaran bidim, werim rayê Hetanî sax bim li heyata dinyayê Lê serê min li ber êl û eşîrên giran hilnayê Piyê minê li qeydê ye mifta qeydê li jor e li ba Hesenê Ozman e Min sozek bi mala Hesenê Ozman re daye Îro di Kozika Kolanê de kuştina me heye carekî nayême rayê Gozê bang li kurê xwe dike De lêxe Emê Gozê de lêxe enîgiçiyo pozberano de lêxe Le bavê min o şer giran e îro hûnê bi hev re lêxin Le navê nam û namûsê lawo bi dinê xin Navê revê pîs e giran e Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin Dibê: De lêxe Emê Gozê de lêxe Mihê Emer Hesenê Şêxo, Mihê Emer çend peyayê kozikê bavê min bûno şer giran e bi hev re lêxin Îro qûndaxa sûstemê li erdê xin Nam û navê namûsê bi dinê xin Navê revê pîs e giran e Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dike gazî Dibê: Dora qesra kekê min bi gilgil e Dora avayê kekê min bi gilgil e Dengê top û tivingê hikûmatê, bêşatêşê Mala Faro Ji siba Xwedê ve li ser qesra kekê min rebenê bi xura-sxur e Dibê: Qesra kekê min di kortê de Avayê kekê min di kortê de Tim û baran û payîzan çiqas xweş e ji herbê re Îro çiqas Bişarê Çeto ji mala xwe rabe Qol û benda li kekê min girêde Dibê: Bi hela hela nav tê danê Berê sûstema dane Kozikê Kolanê Destê xwe avêtine ser mîratê tetika bi hev re tilî danê Heyfa min nayê li wê heyfê Cenazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer Maye li Hedîsê Zêwikê li Kozikê Kolanê Seyrê Dibê: Mihemedo lo bira Havîn e ji kula dilê min bira ji te re xweş havîn e Le xelkê der û bênderên xwe hilanîne Li kozik û muderisê Mala Remo necadîne Le Mala Remo maleke ber û mêrî ne Tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşinî ne Mihemedo dibê: Lê lê Seyrê diya min bûyê Xwiha minê ez zanim havîn e ji kula min û te re xweş havîn e Le xelkê der û bênderê xwe hilanîne Ez zanim Mala Remo maleke ber û mêrî ne Le tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşinî ne De bala xwe bide Bişarê Çeto Bi zabitan û qumandanan re li palê qesrê rûniştîne Le çawa tan li ser tanê îro li kekê te dixîne Li ser Kozika Kolanê li ser Emê Gozê de dayê hicûmçî ne Le ji îro pê ve golikê gundan jî kekê te nahewinê xwehê rebenê hahîhîîîî De heyla lê dayê, hey la lê dayê, hey la lê dayê Lê dayê lê dayê lê dayê lê dayê Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dikir gazî Dibê: Emîne de lê lê lê dayê Bi qîr û qetrana Helebê, bi zaca Misêrbînê, bi teniya Besrayê Şareka reşa Hamûdê li dora serê xwe û te pêçaye Tu bala xwe bide bi Qaymeqamê Zoqê ve Bi Qeymeqamê Kopê ve Bi Qaymeqamê Elmedîna ve Le Bişarê Çeto bi heft bavê Pencînaran ve Bi çend kesê Çerkez û Bêzarê Deşta Mûşê ve Bi Şêx Silê Şêxê Geliyê Zîlan ve Bi Rema jorî ve bi Rema jêrîn ve Bi Simê Ozman pismamê xayîn ve ji siba Xwedê ve bi ser qesra kekê min rebenê lawo ji xwe re hicûmçî ne Le Gozê bi sê denga dikir gazî: Emo lo lawo de lêxe Bila tirsa te tunebe ji eskerê dewletê kurê xelkê ye Gava terqîn bikeve tivingê Xwîn bikeve erdê bira li bira nabe xweyi ye Le bila tirsa we tunebe ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye Le weka kewê ji xwe re bikeve deştê ye Le bila tirsa we tunebe ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê Tê lihêf û dewşeka nazbalgîva talana ji xwe re dibe direvîne Le bila tirsa we tunebe ji her sê zarê Çeto ye Yek jê Cemîl e, yek jê Bişar e, yek jê Gênco ye Bila tirsa we tunebe ji Mihemedê Derwêş bavê şemsedîn Kekê Meysê ye Hefad û xweşmêr e kuştiyê di ber xelkê de Emê Gozê bi sê denga dikir gazî: Gozê lê dayê Le tirsa min tunene ji eskerê dewletê kurê xelkê ye Le tirsa min tunene ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye Le tirsa min tune ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê Tê terş û talana ji xwe re direvîne Le tirsa min tunene ji eskerê Bişarê Çeto babê Şebo Le tirsa min heye ji wê tirsê Simê Ozman malikşewitî Pismamê xayîn e îro bi kozik û deverê me dizane Elê hey la lê dayê Bi hela hela nav tê danê, berê xulama dişeyine Hedîsê Zêwikê Li ser Kozika Kolanê, berê sûstema danê kozika kolanê Davên bi hev re tilî danê Le heyfa min tê li wê heyfê Cinazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer Îro mane li Hedîsê Zêwikê dayê ji xwe re li Kozikê Kolanê Hahîhîîî

Bêjebêje © 2015-2024