the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Şerê Hethetkê

Ez Mistê Quto me Ferxê Mala Ezo me Min tu car navê xwe ji kesî re negotibû Ez vê tanê li ser kolosê bavê xwe nahêlim Ez vê tirê di nav şalê Mala Nasir de nahêlim Wîla wayê Mala Quto û Mala Nasir Di kevanê Qîrê de Li ser Kaniya Badereşê Li milê Tapiyê li hev û din aliyane Wekî şîşê mencenîqê Wek kurê hedada li ser serê hev dadane Mihemed Elî gazî dike: Heso rabe lez ke bilezîne Sê toqê devreşê bide Rizgo ji min re bişîne Îro me cewabên hev daye Tê daim bela me û xelkê teklî hev bikî Tê bêjî were li mala xwe rûnê Axawo wîla wayê Siûda min çûye îro îqbala min nayê Min êrîşa ewilî derbek daye li Silêman û Bazo Laşê wana maye li Kevanê Qîre Li ber tîrêja tavê Ez çi bikim îro fîşek di sustemê de maye asê Ez dikim nakim bi şîşa tifingê Bi serê kûriya xencerê jê dernayê Hawara wan zehf e Hawara me file û êzidî ne Tu qayîl bî ne qayîl bî Îro wê Mala Quto Koka mala Nasir biqelînin ji dinyayê Qey tu nizanî roja ko roj reş bibe Rev bi kêrî her çar peyayê Mala Nasir nayê Wîla wayê, wîla wayê Sê şad û şirûdê Hecî Mihemedê Mistê bavê Sebrî hene li dinyayê Bi sê denga li Axê Xisarka û Pîloka dikir gazî: Bavêminbûno lê xin Êvar e roj nemaye Termê Silêman û Bazo Li milê Tapiyê li ber tîrêja tavê maye Îro heyfa van xweşmêran li erdê maye Reşo gazî dikir: Hecî Mihemedo navê Xwede bide Êvar e hê ro zû ye Min derbekî daye Hemîd zava ye Derba didoya daye Li bejn û bala Xalîd kevnika li ser desta ye Min derba sisiyan daye Bejn û bala Rizgo cilê resmî lê ne Hikumeta Elmedîna îro li erdê maye Min derba çaran daye Bejn û bala Mihemed Elî Bavê Xezebê kewê sekekirî Roja ko biqewime mêrekî bi sedan e Min derba pêncan avêtiye Hesoyê Birahîm ez nizanim Ne sax e ne birîndar e Mirîdê şêxê Zîla ye Bi lingê hespê boz reviyaye Min Heso nekuşt Min ji bona derd û kulê dinyayê berdaye Wîla wayê wîla wayê.. Eyşê dibê: Mihemedo lawo Mihemedê min keya ye Elî zava ye Reysê gulçîçekê civata ye Fata reben qebika li ser sêwiya ye Eyşê dibê: Mihemedê min keya ye Elî zava ye Sibehê min dît Mihemedê min sekinî Li ser banê xêniyan şalwalê Mihemedê min giran e Xwe berdaye li ser gozeka paniya piya Kula Xwedê bikeve Derê bavê Hesoyê Birahîm Hûtê Bişêriya şeva nîvê şevê Kete devê derê mala bavê min Weke kupê jehrê Di devê deriyê mala bavê min de rijiya Eyşê dibê Mihemedo lawo Anî sed caran bi min anî Hesoyê Birahîm li Zercilê li Bahezirqê şewir û mişawira giran danî Qralê filehan qawalê êzdiyan bi xwe re anî Girte ser Hethetka mala bavê min rebenê Ji xwe re bi koşk û xanî Eyşê dibê, Mihemedo lawo Hethetka mala bavê min rebenê bişewite Bi xox û tirî Giran e eskerê Hesoyê Birahîm Bi tevî qralê fila ve qawalê êzdiya Avête ser Hethetka mala bavê min rebenê Bi sê ciha ji xwe re diwirin Eyşê dibê, Mihemedo lawo Ez ê derêm li ser banê xaniya Ji xema dilê xwe û te re Ez ê gazî bikim hawar e Hecî Mihemedê Mistê Bi pismamê xwe re xwar e Koma Reşkotan hevalê xwîna sar e Hesoyê Birahîm ji bab û kalê xwe ve neyar e Hesoyê Birahîm ji mala bavê min Qeland tovê xweşmêra ji mala roviya Eyşê dibê, Mihemedo lawo Anî bi min anî Min dî Hesoyê Birahîm Xencer li ser singê Mihemedê min de bir û anî Tivinga qesetûre li ser laşê Mihemedê min hilanî Eyşê dibê, Mihemedo lawo Hethetka bavê Mihemed û Elî û Reysê Ez diketim şev çile bû berfê lê kir erd spî kir Ez ji taxa xwarî Ji ser termê Têloyê birayê xwe dageriyam Hatim taxa jorî Ez li termê Mihemed û Elî rast hatim Kezep şêrîn e Têlo birawo gazina neke Min şîn û qedera te ji bîr kir Dayê dayê qey îslamî ye lawo?

Bêjebêje © 2015-2024