the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Şerê Newala Qeremûsê

Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey la wayê Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Kula li serê sibê bi sê kula be Bikeve derê mala bavê Smaîlê Biro Bekçiyê Bismilê sê pa Emînê Zînê Îro xeber dane Qereqola Farqînê Giran e Yedincî Qolordiya Diyarbekir Esker giran e ketiye Newala Qeremûsê Kanîka Temo, Aşê Reşo, Satarê şêx Mihemed Heste pişta Qoca heta dora Hilêliyê Li ser peyayê mala bavê min rebenê Ji xwex re girtine şargeh û kemînê Ez bala xwe didimê Xelîlê Mala Nasir Peyayekî delodîn ê çavbixwîn e Bi orta tivingê digire Ji destê cendirmakî dertîne Bi sê denga li Elî û li Mamê dikir gazî Dibê bi sê qeseman Erke ne ji vî eskerê giran be Îro çara we ji destê me tunîne Peyayê mala bavê min rebenê Tu car tan û niçan li xwe nedîne Bi sê denga li Xelîlê Mala Nasir dikir gazî Dibê, lawo terş û talanên bavê we Li pêşiya me tunîne Destê xwe tavêje qayîşa tivingê Ji milan tîne Dûrebînê li ber çavên xwe diedilîne Derbekî davêje bejn û bala Xelîlê mala Nasir Bi şûşa dûrebînê kosteka saeta zîvîn e Derbekî lê dixe şûşa dûrebînê Ji ber çavê wî difirîne Kosteka saeta zîvîn e lê dixe difirîne Heya saqa cizmê Di nava xwîna sor de dixemlîne Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Heyanî em sax bin li heyata dinyayê Giran e kula kuştiyên Newala Qeremûsê Aşê Reşo, Kanîka Temo Meytên nava dest û piyan şehîdên mezelên Silîvanya Gulê xwehê rebênê ji dilê me dernayê Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Rabe em ê bi destê hev bigirin Xwe bavêjin tor û bextê Keyalerên Silîvanya Ez ê bêjim, gelî keyaleran Ez di bextê we û Xwedê me Eger qisûra peyayê mala bavê min hebe Li qisûra peyayên mala bavê min nenêrin Ebr xerîb e ji xwe re rê nedîne Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Heta em sax bin li heyata dinyayê Em ê bêjin Lûlika ji kula dilê min re Xweş Lûlika Ji xêrî mala xweziyê Xwedê re Çaxê li van peyayên mala bavê min rebenê Lê dibû pêsîrtengî Bila hingê ji wan re bihata Hewara Ûnis û Evdirehman Hirçê kezebşewitî dibê’n Qewmê Çiya Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê Weka teyrên ko îro xwe bavêje ser berata Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Bejna Xelîl û Elî û Mamê zirav e Tayek rihana li serê tehta Ji xêrî mala xweziyê Xwedê re Çaxê li van peyayê mala bavê min rebenê Lê dibû pêsîrtengî Bila hingê ji wan re bihata Hewara Ûnis û Evdirehman Hirçê kezebşewitî bavo Qewmê Çiya Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê Weka teyrê ko îro xwe davêje ser berata Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Axao tu nezan î Berxê bavê min bûyo tu nezan î Li qeza Sason tu gula firar û eşqiya yî Li Girkelo tu qesasê serê telesê cendirman î Li çiyayê Xerzan tu çira bavê Elî û Evdirehman î Diketî deşta Silîvanya Te çima bi destê xwe agir bi xaniyê mala bavê ve danî

Bêjebêje © 2015-2024