the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Şerê Pêncînaran û Elîkan

Silêmanê Mistê: Gula Mala Dîbo Erê ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêê Xatê dibêê Silêmanoo lawo memanî Ji kula dilê min re lawo xweş memanîîîeûû ayyyy Silêmanê Mistê; Bavê Xelîl, Bavê Faris Bavê Ezê, Kekê Bedêêê le Gula Mala Dibo Kum û kolozê xwe girêda lawo bi romanîîî Lawo kum û kolozê xwe girêdaaa bi romanîîî Destekî cilê şevê li xwe kir, wê rojê hilanîî Rext û qatiya girê dabûû destê xwe avête qayişa Tivinga Elemanîî Xwe berdaye Sîxûra malê binyê mîrata Mizareşêê Birek devrûtê Mala Dîbooo, ji kezebşewityaaa Reysê Derwêş Cindiyê Hacîî, Birahîmê Mamûd Lawo van şevgeran dayê bi xwe re hilanîîînnnûûûeeêêêû Lawo van şevgeran dayê bi xwe re hilanîîîn Xwe berdaye Pira Memikan, li Borê Qumaro de derbas bûn Li Warê Gundir deee hevraz bûn, derketine Gaza Çiyayê Kolik, Zengayê Mamoo Li hafa Deşta Xerzan di Warê Simê de rûniştin şêwr û mişêwireteka giran danîîn Sê heb şade şûtên Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo hene xwe berdaye Deşta Xerzan Peşiya terş û talanê Mala Farooo Talanê giran bi nijdevanîî Terş û talanê Xatimiyan Terş û talanê Mala Keran Terş û talanê Mala Faro Ga û gamêşê nozde cotan Ji Gola Modê Ji Xata diya xwe re lawo vê sibê diyarî anîîeeêêêû Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê Silêmano lawooo Carê bi nezanî terş û talanê Xatma neynin Talanê Mala Faro yee Herçî Mala Faro ne mêrî ne, mêrkuj in Terş û talanan tînin Hûn xweyê bavê min bûyo Terş û talanên xwe vegerîniineeêêaaxay Haîhahîhîîî Le Xatêê dibê Silêmano lawo memanî Ji kula dilê minoo te re berxêm lawo xweş memanîîî Vê sibê peyakî derketî ji Xopana Xatma Lawo ji xwe re bi hewar û gazîîî Hewar daye Gozelderêê, Marîbêê, Eynqesrêê Cemîlê Çeto Bavê Feremez Di Qesra Eynqesrê de rûniştin û şêwr û mişêwireteke giran danîîîn Le qirara kuştina Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo Bi xwe re hilanîîn Xwe berdaye Deşta Xerzan dayê bi giranîîîeeêêaaaxê Lawo xwe berdabû Deşta Xerzan dayêê bi giranîîî Ewî qîrekî dabû Li Mûsikan, li Weliyan, li Kejikan, li Ferxikan Li Terxaniyan, li Miradan, li Mala şemdîn Li heft bavên Pencînaran Xwe berdane Deşta Xerzan Bîra Kurêdiya, girtine Pozê Xatma Rêçiyan rêç û dews û çepera Silêmanê min deranîîeeêheêax Haîhaîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêê Xatê digo Silêmano lawo Wezê diyarê Çiyayê Kolik bi Zengayê Mamo Ketim lawo li vî banîîî Bala xwe bidê Cemîlê Çeto Bavê Feremez Bi siwariyên hespê li xulaman lawo dikir gazîî Bavê mino hûnê mêr in mêrê çê ne, çê bixebitin Bi sê dengaaa li Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo dikir gazîîî Dibê, lawo ezê îro wê yekê bi serê we de bînim Tu rojeka wekî roja îro Li terş û talanê camêra nedî Ji xwe re nebî lawo bi mêranîîî Îro giran e dengê têzê tivinga ketine Çiyayê Kolik Zengayê Mamo li ser serê Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo îro kirine kafirstanîîî Le Xatê dibê: Silêmano lawo Carê te digo, hevza xwe bike lawo ji hemî hevzî Hevza xwe bike ji kozikên serê Çiyayê Kolik Lawo kozikê Mala Faro neeee Lawo nîşanê Mala Faro zehf in pir gelek in Temamî bi kimkevej in Destê wana bi sustem in Dê rebeno nîşançî ne Serê kewa berenadinnnnn hahî hahîîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê Silêmano lawo Dêhn û bala min lê ye min dît çend peyayê Mala Dîbo li serê Çiyayê Kolik lawoo dageriyan Ezê rabim cerê xwe hildim Li pêşiya van xweşmêrên Mala Dîbo bisekinim Ezê dibêm, di bextê we û Xwedê me Silêman û Ebê, Reysê Derwêş, Cindiyê Hacî Birahîmê Mamûd kane lawo ne xwiya neeê De lê Xatê rebenê Silêman û Ebê, Reysê Derwêş Cindiyê Hacî, Birahîmê Mamûd Li serê Çiyayê Kolik ji xwe re kemîn vedaneeeêêûûûayy Le Xatê dibê, Silêmanê lawoo Ezê bi Çiyayê Kolik, bi Zengayê Mamo Hafa Deşta Xerzan ketim Qasê Koro, pismamê xayîn heyra min go ha hewar e Emê va ye Silêmanê minê lawooo ne xwiya yeee Tivinga Emê li mila ye Tivinga Silêmanê minê reben ezê bi kewkî lawo bi desta yeeêêû Xatê dibê, Emê di bextê te û Xwedê me Silêmanê min ka ye lawo, ne xwiya ye Dibê: Xatê rebenê, termê Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo Li serê Çiyayê Kolik li Mexera Bênderokê mayeeêê Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Xatê dibê, Emê lawo memanî Ji kula dilê te re berxêm lawo xweş memanîîî Tu bala xwe bide Cemîlê Çeto Bavê Feremez bi tan û niça îro çi bi serê kekê te ve anîîî Tu bavê diya xwe bûyo lawo şerê xwe bikin îro bi giranîîî Belgî Xwedê Teala siûd û îqbalê ji te re li hev dû anîîî Te heyfa Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo bi destê xwe hilanîîûûêêê Belê tana Emê hilanî Li serê xwe li serê kevirê kozikê de deranîî Derbekî daye bejn û bala Gêncoyê Çeto Zavê destbihene termê Gêncoyê Çeto Bi ser termê Silêmanê Mistê ve danîîeeêêû Le bi sê denga li Ehmedê Îskan Li peyayê Mala Faro li Bavê Misto dikir gazîîî Dibê: Bavê Misto, tu dagere Heyra nizanim tu çewanîîêêêû Te digo, ezê herim di Qesra Eynqesrê de rûnim Pesn û wesiyetê xwe bidim lawo bi mêranîî Te digot, ezê bêjim Li terş û talanê xwe da li pêşiya heval û xweşmêrên Mala Dîbo deranî û anîî Yekî weka Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo serekvanê nijdevanan Lawo îro di gerewa talan te danîîn Tu nabêjî min xortekî weka Gêncoyê Çeto Zavê destbihene îro di gereva Silêmanê Mistê de danîî Tê dagere sed carî bi serê bavê te kim Derbeka daye li bejn û bala Gêncoyê Çeto Zavê destbihene le zavekî bîst û çar roja ye Hêja hena zavatiyê li desta ye Îro min heyfa kekê xwe bi destê xwe hilanîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê, Silêmano lawo Bila şereka giran li me çênebûya li Çiyayê Kolik Zengayê Mamo, li Hafa Deşta Xerzan Lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû Heyfa min nayê li kuştina Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo, heyfa min tê li wê heyfêê Çardara Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo Girêdane, dar nebû çar darên Gêncoyê Çeto Birine Eynqesra Bavê şebo Lawo bi xwe re birine nav beyaraaûûêê haîhaîîî Xatê: "Gênco bi gîzme û qondere ye Silêmanê Mistê bi çarox û bi gore ye! Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê, Silêmano lawo Bila şereka giran li me çênebûya Li Çiyayê Kolik, Zengayê Mamo Li Hafa Deşta Xerzan lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû Gênco bi gîzme, bi qondere ye Wê xelq bêje Silêmanê Mistê bi çopikê çolê ye Bi çarox û bi gore ye Pirs bike wê eşîra bi xwe re Roja şerê Çiyayê Kolik Zengayê Mamo Silêmanê Mistê beramberî Gêncoyê birayê te ye Hahîîîîeeêêûû..."

Bêjebêje © 2015-2024