the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Qûbînê

Şerê Xûrûcê

Dayê dêran were dêran Îro bayê Xûrûcê bi ser Mala Rehîmê da girtine Kirine kafirstanî bila gur nebînin dêran Evdilbaqî berxê mala Tûziyan bi sê denga Li lawê Rehîmê dikir qêrîn e Dibê xalo ji par va panotek perê min li te ye Tu yê panotê min ê pera bîne Mihemed Emîn bi sê denga li Evdilbaqî Li berxê Mala Tûziyan kir qêrîn e Dibê serê çil û çicûxê min bixwe ‘Ilm û egayê min di panotê hûr da tunîne Bi sê denga li şerbet Xanima qîza xwe kir qêrîn e Dibê: şerbet Xanimê, lawo tu rabe lez ke bilezîne Cozdanê pera ji cêba çakêt derîne şerbet Xanimê lez dike dilezîne Cozdanê pera ji cêba çakêt dertîne Cozdan bi destê babê xwe digihîne Deh panota jê dertîne Bi ser Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan va dişîne Dibê, serê çil û çicûxê min bixwe ‘Ilm û egayê min di panotê hûr de tunîne Ha ji te ra vî deh panotî Gava tu çûyî Kela Melazgirê Vî deh panotî hûr bike Panotê xwe jê hilîne Neh panotê min ji min ra gêrî bîne Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Bi sê denga li lawê Rehîmê kir qêrîn e Dibê satêşa pera li cem min tunîne Kula min ne panotê pera ye Axîn û oxîna min kuştina Kerem û Yasîn e Dema wisa dibêje, hişê wî xweşmêrî diçe Aqilê wî namîne Bala xwe bidinê van xweşmêran Bi hev ra destên xwe li pişkovên demança digerînin Mihemed Emîn lawê Rehîmê Gullekî li bejn û bala Evdilbaqî Berxê Mala Tûziyan dixîne Cenazê vî xweşmêrî li erdê dikeve Serê wî pê va tunîne Berfo ji taxa jorî xwe berda taxa xwarî ne Cenazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Li serê mêrga Mala Rehîmê dibîne Kesekî li ser cenaze tunîne Berfo li nava serê xwe dixist Bira bira ji xwe re dikir qêrîn e Emêrê Tûdî kalê heftê heştê salî Nexweş e di nava ciya da ye Gava dengê girîna Berfo dibihîze Bi sê denga li Gulnaza qîza xwe kir qêrîn e Dibê: Gulnazê, lawo tu bisekine li derê malê Bêje, Berfo xweyê negirî, bavê me sax e nemiriye Tiştekî bavê me tunîne Temamî gundiyan li dorê rûniştî ne Gulnazê dertê disekine li derê malê Dibê, lê lê Berfo, xweyê tu negirî melorîne Wele bavê me sax e nemiriye Tiştekî bavê me tunîne Temamî gundiyan li dorê rûniştî ne Le Berfo bi sê denga Li Gulnaza xwişka xwe kir qêrîn e Dibê: Lê lê Gulnazê, xweyê Heyfa min li mirina ‘Emerê Tûdî kalê heftê heştê salî nayê Heyfa min tê li wê heyfê Le cinazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Li serê mêrga mala Rehîmê dimîne Kesekî me li ser cenaze tunîne Le gava Emerê Tûdî vê gotina hanê Ji devê Berfo hiltîne Yê ko nizanibe wê sond bixwe bi Qûrana Nebî ne Navê êşê li dora vî zilamî tunîne Bi sê denga li Heydo û Silhedîn Li herdu lawê xwe kir qêrîn e Herdu li balê sekinî ne Destê xwe li pişta livîna dixînin Du heb Ingilîsên sêzdederbî bavo Ji pişta livîna dertînin dayê Dibê, lawo erebên me tên Ji Erzeroma rengîn e Li ser barên ereban Tenekên qazyax mazot û benzînê şidandî ne Bi çend malên Tûziyan bikevin Sê çar tenekên qazyax mazot û benzînê Ji bavê xwe ra bîne Ew lez dikin dilezînin Xwe li malên Tûziyan digihînin Sê-çar tenekên qazyax mazot û benzînê Ji bavê xwe ra tînin Xwe bi Mêrga Kozê digihînin Sê-çar piştiyê çilo ji bavê xwe ra tînin Îro hersê zarê Rehîmê dêxin xênî Agir bi xênî va datînin Ji Mala Rehîmê dikişin agir û pêtî ne Dirşa digirî dilorîne Ji xwe re pêgermokê digerîne Xwe bi ser kuleka xênî digihîne Devê xwe kir kulekê Dibê: Birawo Emîno birawo Ehmedo birawo Fayîqo nemawo Ka bêje halê we ye çi heye çi tunîne Dibêj’n: Dirşa xweyê halê me mirin e Halê me tunîne Di destê me de tivingên bêşlî ne Sirmê wan ê qelabtî ne Ji siba Xwedê va digerim nagerim Fîşek di xênî da tunîne Ji jor da agir girtiye kêranên xênî Çîkên agir xwe berdidin ser devê birînên Fayîq û Ehmed dişewitîne Ehmed tîne tasekî avê ji min dixwaze Halê wî ji ber birînên wî tunîne Xwedê xira bike îro peşke av di xênî da tunîne Tu rabe lez ke bilezîne Xwe bi derê mala Xelîlê cînar bigihîne Bêje: Xelîl, ez di bextê xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min ji te ra hene Bila pakêtek fîşek ji kekê te ra bişîne Êvarê xwe berde pêşiya garana Xûrûcê Çar heb madeka çar heb qazanê cot Bila ji ber pakêtê fîşekê xwe va bîne Dibê, Dirşa lez dike dilezîne digirî dilorîne Xwe bi derê mala Xelîlê cînar digihîne Dibê, Xelîl ez li bextê xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min ji te ra hene Tu pakêtek fîşek îro ji kekê min ra bişîne Êvarê xwe berde pêşiya garana Xûrûcê Çar heb madeka çar heb qazanê cot Ji ber pakêtê fîşekê xwe va bîne Xelîlê cînar sond dixwe bi Qûrana Nebî ne Dibê, ‘ilm û egayê min di fîşeka de tunîne Dirşa dîsa digirî dilorîne pêgermokê digerîne Xwe bi kuleka xênî digihîne Devê xwe dixe kuleka xênî Dibê: Birawo qey tu nizanî Xelîlê cînar xayîn e Fîşekan ji te ra naşîne Sond xwariye bi Qûrana Nebî ne Dibê, ‘ilm û egayê min di fîşeka de tunî ne Mihemed Emîn e dibê: Ji min û ji Xelîlê cînar Xwedê kurê derewînan bikuje şevê din êvarê min pazdeh pakêt fîşek Ji Xelîlê cînar ra kirrîne Lê Dirşa halê me mirin e halê me tunîne Tu rabe lez ke bilezîne Xwe bi Qereqola Elî Mele Beyreqdar bigihîne Sê çar cendirmên siwarî Bi îmdada kekê xwe va bîne Bila heyfa Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Beranê qemer li ‘erasa meydanê bibîne Çardeh nifûsê mala bavê te di xanî de dimîne Bila yek li ser ajara mala bavê te bimîne Dirşa digirî dilorîne Xwe bi ser riya qereqolê digihîne Felata wê ji Heydo û Silhedîn pîçê wê tunîne Heydo û Silhedîn xwe li pêşiya Dirşa digihîne Milê rastê dişikîne li ser pêsîra çepê datîne Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne Dibê: Silho çavê xwe kor neke Ajara mala xalê xwe ji dinyayê neqelîne Silho dibê, dayê min sond xwariye Bi Qûrana Nebî ne Ji vêga heta banga mexrebê Ez ji atara mêran di mala bavê te da bînim Kokê mêran ji mala bavê te bikim derman e Dirşa digirî dilorîne pêgermokê digerîne Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne Ha nayê ha nayê Hewarî dûr e bavo gazî nayê Hewara xalan dûr e Çima di hewara xwarziyan da nayê Ez ê bi nava gundê Xûrûcê diketim bûye kafirstanî Çardeh nifûsên Mala Rehîmê Di xênî de dişewitin Kesekî xwedanê xêra tunîne Di hewarê de nayê Dirşa digirî dilorîne Xwe bi ser kuleka xênî digihîne Devê xwe kir kulekê dibê: Birawo ez pîrek im darê şikestî me Felata min ji destê Heydo û Silhedîn Her du pîçê min tunîne Dibê: Dirşa, dêranê halê me mirin e Wele halê me tunîne Di destê me de tivingên bêşlî ne Sirmê wan ê qelaptî ne Ez digerim nagerim Xwedê xirab bike Fîşek di xênî de tunîne Xwe li mala Xelîlê cînar bigihîne Bêje: Xelîl li ber xîret û namûsa te ketime Ha ji te ra cozdanê banqê Bide destê Xelîl bêje: Hijdeh hezarê kekê min Li banqa Kela Melazgirê ne Bila ji ber pakêtê fişekên xwe va bikişîne Dirşa cozdanê banqê hiltîne Xwe bi derê mala Xelîl digihîne Ji nava serê xwe kir qêrîn e Dibê: Xelîl ez li ber xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min li te ne Tu yê îro pakêtek fîşek ji kekê min ra bişîne Ha ji te re cozdanê banqê Hijdeh hezarê kekê min Li banqa Kela Melazgirê ne Dibê, bila ji ber pakêtê fîşekên xwe va bikişîne Gava Xelîlê cînar cozdanê banqê Ji destê Dirşa dertîne Cozdan vedike Pere di nav da nabîne Di heyata bavê xwe da Cozdanê banqê bi çavê serê xwe nedîne Tekrar cozdan bi ser û çavê Dirşa dixîne Dibê, Dirşa kesekî enahiyê te û bavê te tunîne Wele mala min da bû hikûmetê va Bi sed hezarê guleka min ji kekê te ra tunîne Dayê ax were ha nayê were ha nayê Hewarî dûr e bavo gazî nayê Hewara xalan dûr e bavo Di hewara xwarziyan da nayê Ez ê bi nava gundê Xûrûcê va diketim Bûye kafirstanî Çardeh nifûsên Mala Rehîmê Di xênî de dişewitin Kesekî xwedanê xêra tune dayê Li hewarê nayê Hahîhîhîhhiîîî.. Emerê Tûdî dibê: Mîna hirça bi birîn e Bi sê denga li Heydo li Silhedîn Herdu lawê xwe kir qêrîn e Herdu li balê sekinî ne Dibê, heydo tu beşera bavê min î Xwe bi ser kuleka xênî bigihîne Sê çar pakêtên tivinga Li van xweşmêran bixîne Kanê gulle û barûdên van xweşmêran Haya wan tunîne Heydo û Silhedîn Xwe li kuleka xênî digihînin Sê çar pakêtên tivingan Li van xweşmêran dixînin Felekê mala xwediyê te şewitî Qolê milê te bişikên Ez çi bikim gulle û barûdên Van xweşmêran tunîne Heydo û Silhedîn ji jor da Xwe berdane xwarê Devê mîratê bêşliya Di cênîkê van xweşmêran da Hêja diteqînin

Bêjebêje © 2015-2024