the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Salihê Şirnexî

Bîşengê

Tu kulîlka li ber dilê xort û van lawan î Belê Xudê te navekî giran li cîhanê, tarîxê danî De rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Ax tu ezîza li ber dilê xort û lawan î Erê Bîşenga minê naxwe îro dijminan çima li min we kir Van zaliman da'wa dozekê li me vekir Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir Ax we mala me bi destên xwe xira kir Erê Bîşenga minê, min ê digot lê te ji bîr nakim Xudê ez ê rabim navê te li tarîxê, dinyayê kar kim Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan Belê çawa mala me bi destên xwe xira kir Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortan î Ax van zaliman tişt halê me nizanî Erê Bîşenga minê ez ê li Şirnexa şewitî ketim wê li hemberê Xudê yeqîn dikim gawir e lê wîjdan li ser e Xudê wekîl ez ê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi keder e Ax de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Ax tu ezîza li ber dilê van lawan î

Bêjebêje © 2015-2024