the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sasikê Sevav

Qedrê Dê û Bava

Werin em bigrin, qedrê dê û bava Rind bişikrînin, bi sihet û gava Qedrê wan bigrin, ronaya çeva Tim bêjin hezar car malî ava Ax dê û bavê min Dinyê şîrîntir ew in emrê min Emekê dê û bavê ser me gelek e Teb û xwîdan a wan ne henek e Navê wan hildin, serê xwe li nizm kin Xwedê me bê wan tu cara neke Ax dê û bavê min Dinyê şîrîntir ew in emrê min Navê dê û bavê gelek şîrîn e Baxça da gul e, gul e û bîn e Hiskî bigere çar qulpê dinyayê Ciyê dê û bavê tu cara nayê Ax dê û bavê min Dinyê şîrîntir ew in emrê min

Bêjebêje © 2015-2024