the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sayran Zamanî

Sirûdî Jînî Kurdim

Jinî kurdim, aştîxwazim, têkoşerim Parêzwanî kurdistanim, kollnederim Tê ekoşim ta be dî bê mafî jinan Bo nemanî zullim û azar û derd û jan Tê ekoşim min le pênaw mafî yeksanî însan Ta nemênê û ta le bin bê wa nerîtî heqxuran Ba hemûman pêkewe, dest le dest bo pêşewe Jin legell piyaw pêkewe, yek mebest bo pêşewe Tê ekoşîn ta wedî dê awatman Nîştimanê pirr le soz, pirr le ciwanî jiyan Nîştimanê pirr le soz, pirr le rengî jiyan Bîr û hoşim, wire û coşim, bo be bê ho bisutêndrê Hest û sozim, xoşewîstîm, be bê tawan bixinkêndrê Îtir bese çîtir le jêr nawî namus çewsanewe Ba wirya bîn, ba hoşyar bîn Em nerîte lenaw berîn Ba hemûman pêkewe, dest le dest bo pêşewe Jin legell piyaw pêkewe, yek mebest bo pêşewe Tê ekoşîn ta wedî dê awatman Nîştimanê pirr le soz, pirr le ciwanî jiyan Nîştimanê pirr le soz, pirr le rengî jiyan Eger îmro singim qellxanî gulleye bo willatim Ke şerr nema her ewestim le xebatim Le meydanî siyaset da beşim nîwey ew pantaye Hîç berbestê bendim naka, jinî îmro be agaye

Bêjebêje © 2015-2024