Sebîra Îsmaîl,
Girtî Hey Zalim
Were girtî, girtî, ezê poşta de nava kawil ketim lê lê jêr e
Têrava rûniştiye dixwîne şalûr, bilbil, cotê wê kewê nêr e
Eliyê wê Mircikê gote xungava, bêje malxirabê xezûrê bira
Çend saleka dû mi ra hera desgirtiya mi nede mêr e
Were girtî, girtî, girtî were sal û zeman tev bihurtî
Wezê Poştada kavil ketim têlê hevaye
Tê ava rûniştiye dixwîne şalûr, bilbil, cotê kewa
Eliyê wê Mircikê gote wê xanga va
Go minê du hev mêrê mala Ewliya ya girtin dane fêza tewa
Were girtî, girtî, girtî sal û zeman tev bihurtî
Wezê Poştada kavil ketim li wan kaşa
Ez ê bala xwe didimê Eliyê Mircikê, tilî pêçiya gustîla qaşa
Eliyê wê Mircikê gote xanga va, gote malxerabo
Ne lê mi du hev mêrê mala Ewliya girtin dane
Xerîbiyê seva postê di gamêşa
Hey zalim zalim zalim
Derdê Eyşok dinalim
Nexwaş im pir bedhal im
Koçer im xerabmal im
Eyşo stêrka sibê ye
Şewqê daye dinê ye