the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sefqan Orkês

Nêçîra Rovîyan (Berxwedana Efrînê)

Me zanîbû roviyan berê xwe dan baxê me Dizên şaxê zeytûnan ketin xefika şervanên me Me zanîbû rovîna berê xwe dan baxê me Dizên şaxê zeytûnan ketin xefik û dahfên me Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan Tine tank û topên we li ber vîna dilê me Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin dahfên me Tine tank û topên we li ber vîna dilê me Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin xefikên me Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne Kurd tev dikin silavan, tu her bijî Efrînê Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne Kurd tev dikin silavan tu her bijî Efrînê Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan Bi hezaran keçên te li ser rêya Arînê Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê Bi hezaran kurên te li ser rêça Arînê Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan

Bêjebêje © 2015-2024