Şehîd Argeş
Heftanîn
By: Dilabaz 25 BB · New Contributor
Hatina wek pêlên Xabûr
Heftanîn nav ser axên çûr
Bûn Firat ji bo başûr, bakur
Heval Merwan, li gel Şêxmûs
Bûn Firat ji bo başûr, bakur
Heval Merwan, li gel Şêxmûs
Heftanîn, bi heft reng e
Gelek bi nav û deng e
Her dem ew qada ceng e
Ew ji me re bihuşt e û şeng e
Her dem ew qada ceng e
Ji dijmin re, gora teng e
Girtin dîlan deryê dawetiyan
Şer xweş kirin li geliyê pisaxan
Dan ber xwe pera şeşdaran
Bûn kulilk sîn bûn li gel gulan
Dan ber xwe pera şeşdaran
Heval Ferhad li geliyê awazan
Heftanîn, bi heft reng e
Gelek bi nav û deng e
Her dem ew qada ceng e
Ew ji me re warek şeng e
Her dem ew qada ceng e
Ji dijmin re gora teng e
Destê me li ser kêlê wan
Em sûnd xwarin bi serê wan
Nobedarê, goristanê wan
Ew rêber in, em şagirtê wan
Nobedarê, goristanê wan
Heval Mahîr, Kemal, Bêrîvan
Heftanîn bi heft reng e
Gelek bi nav û deng e
Her dem ew qada ceng e
Ew ji me re warek şeng e
Her dem ew qada ceng e
Ji dijmin re gora teng e