a photo of Şehrîban Kurdî

Şehrîban Kurdî

Şev Çû

Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim bê te kengê xew tê, lo Xanî bûye zîndan, tê de renazim Ez ranazim bê te kengê xew tê, lo Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim bê te kengê xew tê, lo Xanî bûye zindan, tê de renazim ta sibê qîrrîn û nalîn tew tê, lo Tenê hîştim, ay dil îşev çima çû Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû Rabe pey kev, ay dil zû wê werîne Te ez biriştim ay dil îşev çima çû Ay dil, ay ma kes nîne mîna wî Ji bo çi tim dilxwazê dîtna wî Ax dema destâ wê li bin serê min Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî ay dil ay di ay di dilê min ay dil ay dil ay di emrê min Te ji min dil bir carek min ji te re nedigo na Te rû kûl kir carek min ji te re nedigo na Çima îro tu ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek min ji te re nedigo na Dilê min jî te dixwazê bibîne Tu bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna dil jî her tim namîne ay dil ay di ay di dilê min ay dil ay dil ay di emrê min

Bêjebêje © 2015-2024