the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şehrîbana Kurdî

Genc Xelîl

De lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê Hefsê dibê yane bi Xwedê dilê mi gellekî wane Genc Xelîl kurmamê min li welatê xerîban û xurbetê gellekî nexweşe Wezê rabim livîna rayêxim ket ketê naz balîfa bidime pale Ezê rabim kemera ji pişta xwe bişikênim bo hespê Genc Xelîl bikime nale Bazinêt xwe bişkînim bikime hûrde bizmare, biskêt xwe bibirim bikime sereşma ser çeav bikime tok û serhevsare, Genc Xelîl bînim siwarbikim li kimêtekî tale Belê ev nîşan bila di nav Osmanîyan de bête xware Nav kesmam û kurmamê mi nekin, belê nebêjin siwarekî Kurde, çendî bê kar û bare Nemayê nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,… de li paşo Genc Xelîl kurmamê xwe nemînim dilo li dinyayê De lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê were lêlê Genc Xelîl hema çavê xwe bilindkir û bi xerîbî digirîya, ê nefeseke Qelûnê xwastîye, Hefsê dibê ya rebî bi Xwedê rabim qelûnekî bo kurmamê xwe têkem, qelûnek zêrnîşane baskê Stembolê modêne bi karebane, pelekê darê darberu bînim bi mişarê bibirim, mivreda(?) Qeretanî bînim li ser qelûna Genc Xelîl kurmamê xwe danêm nemayê,... belê bêm kurmamê min heft sale ketîye ser destûrê Romîya bi tirkî buyrun efendim qelun ji tera, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, .... de li paşo Genc Xelîl kurmamê xwe nemînim dilo li dunyayê

Bêjebêje © 2015-2024