the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şehrîbana Kurdî

Newroz

Em rojî salî tazeye Newroze hatewe Cêjnêkî konî Kurde be xuşî be hatewe Wa roj helat le bendenî berzî welatewe Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatewe Çend sal gulî hîway ême pêpest(bê ber) bû taku par Her xwênî lawekan bû golî alî newbehar Ta êsta rûy nedawe le tarîxî mîlleta Qelxanî golle singî kiçan bê le helmeta Pêy nawê bo, şehîdî weten şîwen û girîn Namirin ewaney wa le dilî milleta her ejîn Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe Lawan be eşiq eçûn be berew pîrî mergewe Ew renge sore bûke le asoy bilindî Kurd Mojdey beyanî bû gelî dûr û nêzîk ebird Tekst: Mamosta Pîremêr Awaz: Hesen Zîrek Berhevkar: Kakşar Oremar Aranje: Dilşad Seîd

Bêjebêje © 2015-2024