the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şehrîbana Kurdî

Şaha Min

Hate ser textê dilê min şaheke pir can Agirê evînê girêdam ez bûm perîşan Ez kirime girtîyê eşiqê pir kûl û pir xem Bi soz û peymana girêdam li min bûrandin dem Da derkevin em ji vî warî rêya me li kûye Li min wan çava derenge, nebêje zûye Dilê min stêreka dûr bû, ez nêzîk kirim Çawa vê şehzadê girt û ez êsîrkirim Şehzadê bextê xwudeye(?) berde vî dilî Evîndarî ne ya huye, xwîna min kelî

Bêjebêje © 2015-2024