the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şehrîbana Kurdî

Şev Çû

Şev çû ma tu êdî hew tê lo Ez ranazêm bê te kengî xew tê lo Xanî bûye zîndan, tê da ranazêm Ta spêde qîr û nalîn? tew tê lo Tenê hiştim ay dil îşev çima çû Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû Rabe pey kev ay dil zû wê werîne Te ez vir hiştim ay dil îşev çima çû? Ay dil ma kes nîne mîna wî Ji boyî çi tim dixwazî dîtina wî Ax dema destê wî li bin serê min Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî Ay dil dilê min Ay dil emrê min Te ji min dil bir carek mi j?te re nedigo na Te rû kul kir carek mi j?te re nedigo na Çima îro te ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek mi j?te re nedigo na Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti pir dûr ketî çavêm? te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna dil jî hertim namîne Ay dil dilê min Ay dil emrê min

Bêjebêje © 2015-2024