a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Adar

Ji bo miletê xebatker bi qehremanî Adara rengîn mizgînîyek mezin anî Pîroz bê xeml û xêla te ey welatê min Ew şînayî, ronayî, û avayîya te danî Di kû de bû xeml û xêla te welatê min Rast e neyaran cila reş li ser didanî Lê me jî ji dijmin kuştin gelek bê jimar Nalîn diket nav wan ecêb me bi wa de anî Kurd serfiraz e azad e tu car natewê Dijmin divê Kurd bigrê ew her bi demanî Nizanê Kurd serî nadeynê ji dijmin re Di dewrana de kê dî Kurd serê xwe danî Me got û em dibêjin Kurdistan ya neman Kurd welatê xwe ji destê dijmin deranî Li van demê dirêj Kurd her ew erd dikola Bo ava jînê derkevê bo Kurd bibê kanî Dijmin dibakir digot ev milet bê war e Û ferşê mezin bi desta li ser dev didanî Me got Kurdistan ya neman bi soz bi peyman Adar dihat wê mizgînî anî bi giranî Newroz xelata mezin ji Kurd re hilgirt Kurdistan rizgar bû ala hilkişa banî Bijî welatê comerda Kurdistana min Bijî miletê Kurd li her dem û dewranî Ta ku cîhan hebê tu heca me Kurdayî Bijî Kurdistana rengî tu bûka cîhanî

Bêjebêje © 2015-2024