Seîd Yûsif
Behra evînê
Dil ketî behra evînê
Kes nikarê wî derînê
Bi şev ez stêra dijmêrim
Bo yarê werê civînê
Civan didê dikê derew
Dil li balê dimînê gerew
Gumana min ji xwe ma ye ew
Ew jî bihtir min diêşînê
Wê ez kirim weke dîn e
Çav jê pêve kes nabîne
Ez çi bêjim feyde nîne
Her ez dikim giri û şînê
Ew bi carek ji bîrê narê
Hêstir ji çava dibarê
Dil wek çûkê serê darê
Tim li halê xwe dixwînê