Seîd Yûsif
Bejna te
Bejna te zirav e
Rîhan a bi av e
Işqa te agir e
Va ez ketim nav e
Te dibînim li tarê
Wa gula biharê
Hêstir têne xwarê
Ta ro diçî ava
Di xewde dibînim
Go te ji xwere tînim
Bo te har û dîn im
Gewrê ne ji niha ve
Ez li bendî te mame
Bi gorî wa çava me
Tu zanê ez çawa me
Go dibînim wa çava