a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Bêrîvana Mihabad

Bêrivana Mihabad im Bi te dilxweş û azad im Tu ronîya çavê min î Te bi dunyayê tevînadim Ka destê xwe carek were Li van gulê sorîzer e Wê kul ji dil werin dere Zenda li zendê te badim Carek sozê bo min nadî Ti ji boyî min xweş miradî Ez Şêrîn im tu Ferhadî Ez jî aşiqê Ferhad im Tu law î û çak û giran î Awirê çava li min danî Dilbirîn im tu derman î Bi te çendî ez dilşad im

Bêjebêje © 2015-2024