a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Bexçekî çêkim

Ezê bexçêkî çêkim Tev de nêrgiz û şilêr Û ji te re ava bikim ax Xanîkî dûrî bajêr [x3] Bi carek cam û mermer Li ber derge cotek şêr Di nav peryê me azade ax Tu raze li ser textê zêr [x2] Wezê bexçêkî çêkim Tev de nêrgiz û şilêr Û ji te re ava bikim Xanîkî dûrî bajêr [x2] De em bibin wek Mem û Zîn Di evînê de dû stêr Rû wek heyva li çardeha Bidê der bi xêr û bêr [x2] Wezê bexçêkî çêkim Tev de nêrgiz û şilêr Û ji te re ava bikim Xanîkî dûrî bajêr [x2] Her dem tu li ber çava bê Xwe di bînim dînemêr Tu jî wek ciwanîkê ax Di nava dil de biçêr [x2] Wezê bexçêkî çêkim Tev de nêrgiz û şilêr Û ji te re ava bikim Xanîkî dûrî bajêr [x2]

Bêjebêje © 2015-2024