a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Bi dîtinkê

Bi dîtinkê min dil da te Wê dilê min ji xwe biêşî Min dehvik li ber te veda Ez dihatim ketmê pêşî Ev dilê min ma li ba te Wa çîçeka nav civat e Evîna te bi şewat e Wa rinda bi gulk û rêşî Wê sewdanji serê derê Li bextê te dilê min werê Ma go tu rajê xencerê Dilê min bigrê û bi qelêşî Bo te ji bîrkim ez te nevim Divê ji te dûr bikevim Çiqa ji ber te direvim Dil min li pey te dikêşî

Bêjebêje © 2015-2024