a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Bû êvar

Bû êvar ro li me çû ava Lawiko de em herin malê Ba rabû li me tê xunav e Şêrînê dilê min delalê Wê bigerin li me dê û bav e Xwestî me ji bo kurê xalê Va ez herim bişyê silava Nebêje kesî çûme balê Bû dereng şev li me bû tarî Carek dî tu kare min bibînê Li min û te xunav dibarî Û ax ji derdê vê evînê Bav wê li mixê bira bi neyarî Wê diya min derda hilînê De ez herim mala xwe bi kubarî Ji te pêve kes min nayînê Bi te re soz va ezê rabim Bême vir her du heftî ya Ez ê bi xwe cîranê xema bim Te derdê vê işqê dîtiye?! Ji te pê ve ji kesîra nabim Delalê dilê min xeynî te kî ye?! Ji te re me divê bi te şabim Te nadim bi koma xwedîya

Bêjebêje © 2015-2024