Seîd Yûsif
Canda
Canda
Tu gul be û biçanda
Te sozek wê rojahan da
Canda
Tu gul be û biçanda
Te sozek wê rojahan da
Şev çû canê tu nehatî
Ez mam heya mela ban da
Şev çû canê tu nehatî
Ez mam heya mela ban da
Canda
Can bi te dispêrim
Têr nabim çendî binêrêm
Canda
Can bi te dispêrim
Têr nabim çendî binêrêm
Te divêm û nikarim bêjim
Te di nava dil de vedişêrim
Te divêm û nikarim bêjim
Te di nava dil de vedişêrim
Tirsim
Ya dil bêjim hina
Ew dil, lo, li ba min tune
Tirsim
Ya dil bêjim hina
Ew dil, lo, li ba min tune
Tiştê bi serê min hatine
Him bi tirsim û him newêrim
Tiştê bi serê min hatine
Him bi tirsim û him newêrim
Nikarim
Te ji dil bavêjim
Evîndarê te ji mêjim
Nikarim
Te ji dil bavêjim
Evîndarê te ji mêjim
Çawa ji bavê te re bêjim
Hew karim derda bijmêrim
Çawa ji bavê te re bêjim
Hew karim derda bijmêrim
Rêkî
Ji min re bibîne
Min ji vî halî derîne
Rêkî
Ji min re bibîne
Min ji vî halî derîne
Malê dinê tev xezîne
Bidne min te naguhêrim
Malê dinê tev xezîne
Bidne min te naguhêrim
Sê sal
Min di dil de hilanî
Te dil ji navam deranî
Sê sal
Min di dil de hilanî
Te dil ji navam deranî
Herkes di gundê me dizanî
Go ev sê sal ez li benda
Herkes di gundê me dizanî
Go ev sê sal ez li benda
Canda
Tu gul be û biçanda
Te sozek wê rojahan da
Canda
Tu gul be û biçanda
Te sozek wê rojahan da
Şev çû canê tu nehatî
Ez mam heya mela ban da
Şev çû canê tu nehatî
Ez mam heya mela ban da