a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Çar jin

Gelek hene ji me dîn in Ku çar jina ew tînin Û serî dikin belayê Weke dilê wa nayê Ê dizewicê du car Dibê bikê sisê çar Bo xwe pir dikê derd Yek anî ya dî berda Pir dibê dil diêşînê Ji bo çi jina tînê Tu jê bikê pirsîyar Bo çi te jin kirin çar Wê bê yek jê ne baş e Ya didû wê pir şaş e Ya sisîya xopanê Ya çara hinkî zanê Jin dibin dijminê hev Hero dixeyîdin tev Divê ew bibê qazî Yek ji wan nabê razî Zarokê kevnê jar in Zarwê ya nû neyar in Piçûkê kevnê xweş in Tazî û belegnaz in Ya nû bo wî çav û gav Piçûk bi kinc û pêlav Ya kevin dibê bê xêr Ya nû timî bi zîv û zêr Bo çi ev ser êsayî Derda dikî peydayî Bîne bi dil yek jinê Dilxweş bijî li dinê Paşî tê bibê poşman Tê li serkê rih û can Nebe kalek bê dinan Bijî bi şahî ciwan

Bêjebêje © 2015-2024