a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Çava kil ke

By: Ciwan

Çava kil ke Xeml û xêla xwe Girêde keça delal Were dilê min derman bik Te derd lêda û dibêje menal! Çava kil ke Xeml û xêla xwe Girêde keça delal Were dilê min derman bik Te derd lêda û dibêje menal! Were, were Were, were, were Ez dabar nakim Ji kul û van kedera Were, were Were, were, were Ez dabar nakim Ji kul û van kedera Nayêm, nayêm Nayêm dil derman nakim W'ez ne textorim Ku ez birîndar rakim Nayêm, nayêm W'ez dil derman nakim W'ez ne textorim Ku ez birîndar rakim Nayêm, nayêm W'ez dil derman nakim W'ez ne textorim Ku ez birîndar rakim Nayêm, nayêm W'ez dil derman nakim W'ez ne textorim Ku ez birîndar rakim Keçê ez mirim Te xwe bi min re kir ferman e û dilşewitî Were bi min ve Dîtina te ji min'r derman e û tu ne lebitî Keçê ez mirim Te xwe bi min re kir ferman e û dilşewitî Were bi min ve Dîtina te ji min'r derman e û tu ne lebitî Keçê te baskên min jêkirin ez mam bê mefer Ez kor bûm, min da Ser şopa te, nîne veger Keçê te baskên min jêkirin ez mam bê mefer Ez kor bûm, min da Ser şopa te, nîne veger Lawo xuyaye ku derdê te pir giran e We ez jî bi xwe zanim ku awirên min êş û jan in Lawo xuyaye ku derdê te pir giran e We ez jî bi xwe zanim ku awirên min êş û jan in Lawo xuyaye ku derdê te pir giran e Ez jî bi xwe zanim ku awirên min êş û jan in Lawo xuyaye ku derdê te pir giran e Ez jî bi xwe zanim ku awirên min êş û jan in Dem û dewarane ez xapandim Dilêm carek bi dûvte meşî Te ez kirim wek kerr û gêjan Kul bûn barek, min nedî xweşî Dem û dewarane ez xapandim Dilêm carek bi dûvte meşî Te ez kirim wek kerr û gêjan Kul bûn barek, min nedî xweşî Te ez xistim agir de W'ez nikarim xwe derînim Dê bang kim, tu nayê W'ez nikarim te bibînim Te ez xistim agir de W'ez nikarim xwe derînim Dê bang kim, tu nayê W'ez nikarim te bibînim Xortê hêja Menalê, rih bi tev nema Te çi ji min divê? Ser sera, va e'l (ez li) ber te me Xortê hêja Menalê, rih bi tev nema Te çi ji min divê? Ser sera, va e'l (ez li) ber te me Xortê hêja Menalê, rih bi tev nema Te çi ji min divê? Ser sera, va e'l (ez li) ber te me Xortê hêja Menalê, rih bi tev nema Te çi ji min divê? Ser sera, va e'l (ez li) ber te me

1

Bêjebêje © 2015-2025