a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Çavê min te nabînê

By: Siyabend

Çavê min te nabînê Bê soz û qerarê Çavê min te nabînê Bê soz û qerarê Dil va xema dihilînê Ji kerbê te yarê Dil va xema dihilînê Ji kerbê te yarê Birîn ji rengê xwînê lê Wek sorgulên buharê Go ne tu bikewînê Tu kes nikarê Birîn ji rengê xwînê lê Wek sorgulên buharê Go ne tu bikewînê Tu kes nikarê Bi şev û roj, we'z dinalînim Û tu ne li ber çava yî Bi şev û roj, we'z dinalînim Û tu ne li ber çava yî Ji gelka werê, ez dînim Çimkî tu ne xuya yî Ji gelka werê, ez dînim Çimkî tu ne xuya yî Her dem go ez te nebînim Êş li mi dibine peyda yî Û hew pêşiya xwe dibînim Tu li min nakî ronahî Her dem go ez te nebînim Êş li mi dibine peyda yî Û hew pêşiya xwe dibînim Tu li min nakî ronahî Dil dibê kul û keder Tu bi xwe li min na pirsî Dil dibê kul û keder Tu bi xwe li min na pirsî Ji bo tewafa dilber Ya go ji xweda na tirsî Ji bo tewafa dilber Ya go ji xweda na tirsî Yar nexweş e, nayê ser Go bixwînê Ayet Kursî Rih û dil û can fer bi fer Bi gorî te bin her sî Yar nexweş e, nayê ser Go bixwînê Ayet Kursî Rih û dil û can fer bi fer Bi gorî te bin her sî Çavê min te nabînê Bê soz û qerarê Çavê min te nabînê Bê soz û qerarê Dil va xema dihilînê Ji kerbê te yarê Dil va xema dihilînê Ji kerbê te yarê Birîn ji rengê xwînê lê Wek sorgulên buharê Go ne tu bikewînê Tu kes nikarê Birîn ji rengê xwînê lê Wek sorgulên buharê Go ne tu bikewînê Tu kes nikarê

2

Bêjebêje © 2015-2025