a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Çawa tê herê

Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Bi kê re bikenim, dil ji kê re vekim? Bêjim ke lolo, kî bêje min lêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Bi kê re bikenim, dil ji kê re vekim? Bêjim ke lolo, kî bêje min lêlê? Çawa tu karê min bihêlê û herê? Lê nizanim kengî tê li min vegerê Çawa tu karê min bihêlê û herê? Lê nizanim kengî tê li min vegerê Ez ji te hez dikim, bêtir ji berê Bi carek ez dîn bûm e, lawiko bi wê kihêlê Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Bi kê re bikenim, dil ji kê re vekim? Bêjim ke lolo, kî bêje min lêlê? Ku tu xuya nakê, ji xwe ez tune me Li her demê ez bi te hewce me Ku tu xuya nakê, ji xwe ez tune me Li her demê ez bi te hewce me Rihê me yek e, ez parçek ji te me Gava tu diêşê, can didim ji bedêlê Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Bi kê re bikenim, dil ji kê re vekim? Bêjim ke lolo, kî bêje min lêlê? Bela ez wek gulê li ber bêhna te bim Ji bo tu ji min re bê, û ez jî ji te re bim Bela ez wek gulê li ber bêhna te bim Ji bo tu ji min re bê, û ez jî ji te re bim Tu mirada minî ku, bi te şa nebim Wextê min veşêrin, desta rake kêlê Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Çawa tê herê û min li vir bihêlê Ji kê re girêdim vê xeml û xêlê? Bi kê re bikenim, dil ji kê re vekim? Bêjim ke lolo, kî bêje min lêlê?

Bêjebêje © 2015-2024