a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Cejna mezin

Newroz cejna mey mezin e Hevalo werin dîlanê Ev ro cejna gelê min ne Li her çar parçê Kurdistanê Newroz roja nû li me da der Tu mizgînî bo Kurda yî Ala mey kesk û sor û zer Bila bimînê hildayî Newroz cejna hêja û rind Beremberî sed cejnî ye Bere agir bibe bilind Li nav serê hemû çiya Newroz cejna azadîyê Rêka cengê dabû xuyan Bibin yek û bi yekîtiyê Zû rizgar dibê Kurdistan Em Kurd bi ceng û xebat in Hero li ba me newroz e Em canfidayê welat in Jîna welat bo me doz e

Bêjebêje © 2015-2024