a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Cîranê

Ev sibiha te bi xêr Cîranê wa ctanê Were de em qehwê vexun Em rûnin li eywanê Derdê min pir giran in Lê tu kes pê nizanê Va ez ê ji te re bêjim Bi tembûrê û stiranê Ew dema em zaro bûn Bi hev re em dilîstin Me pir ji hev hez dikir Li her cîy di bihîstin Va tu bû çardeh salî Va salê min jî bîst in Ku bav te bidane min Minê ev rih bi danê Wê roja te ne bînim Weke li ser agir im Tu dibê qey ez dîn im Heme ji xwe namirim Dema tu xuya dikî Ji işqa ez difirim Tu wan destan bide min Zeryê û rindê û ciwanê

Bêjebêje © 2015-2024