a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Civan bide

Civan bide û herava dehlê Dûvre ez ê bêm Natirsim ez go te birevînim Tu min nebîne kêm Ji bo te ez karim Xwe bikim canfide Heskirina te pir Ketîye dilê min de Go malê min hebe Min ê li te bide Dil bû min da te Kulîlka devê çêm Bê mal û mewdan im Bav dixwazê next Divê te bifiroşî Ew bê soz û bext Li dûr meyze nakê Û li pêşketina wext Zanê tu min divê Û ez pir te divêm Ji revandinê pêve Tu rê nexuya ne Bê pere te nadê Bavê te ne ji wan e Ez ê te birevînim Û ew tenê derman e Ji bîra min naçê Çav û lêv û dêm

Bêjebêje © 2015-2024