a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Çokê min

Çokê min qurimîn Ji çûn û hatinê Ji bo te ez hatim Halê vê mirinê Xelkê tev diketine Malê vê dunyayê Ez bi tenê bû me Êsîrê te jinê Çokê min şikestin Hewar li vê sikakê Ê go bêarîmin Ew kes xuya nakê Dilber ne ji qencî Ne ji xirab deynakê Heme li ber deri Bi nazî disekinê Bi şev ez ranazim Dimînim rûniştî Yara min dil revand Wê tiştek nehiştî Evîna wê ma ye Ji min re bar û piştî ji bi xwestinê didin Nayê birevan dinê

Bêjebêje © 2015-2024