a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Dawete

Mala we li cem mala me ye Tu bi tenê sebra min bi te tê Dilêm gelek di te de heye Weke zû qedera te tê [x2] Dawet îro li gundê me ye Rabe de em herin dawetê [x2] Bejna te ji dara xeyzeran Ti li xwe ke vî xiştê giran Destê min bigre û bike dîlan Delalê şêrîn şerbetê [x2] Dawet îro li gundê me ye Rabe de em herin dawetê [x2] Go yekî weke min bi tere bê Li xwe ke jînê kezebê Xeftanê qesebî li te bê Nizanê çiqa li te tê [x2] Dawet îro li gundê me ye Rabe de em herin dawetê [x2] Tê qîz û xorta dîn bikê Dilê kala pir şa bikê Tê dîlanê rihnî bikê Estêra ji ezmana daketê [x2] Dawet îro li gundê me ye Rabe de em herin dawetê [x2]

Bêjebêje © 2015-2024